Ey sehıd!

Ey Şehîd!

Ey Şehîd!
Pakrewanê hêja!
Silav li te,
Bi hurmet.
Serî ditewînim.
Li ber berxwedan
Û li ber serhildana te.

Ey Şehîd!
Pakrewanê delal!
Tu bûy qîjîna azadî,
Hêstirê dayikan.
Tu bûy tilîliyên Newroz,
Agirê serê çiyan.
Tu bûy canfeda,
Fedayiyê doz.



Ey Şehîd!
Pakrewanê mezin!
Xwîna te rijiya li çiyan.
Hatî daleqandin li sêpêyan.
Û te can da li girtîgehan.
Guleyên bêwijdan,
Zincîrên zingarî,
Destbendên qirêj,
Ji bo te hatin çêkirin.



Ey Şehîd!
Pakrewanê rêber!
Bi xwîna xwe tu bûy rênas.
Tu bûy çira
Û tu bûy mînak ji bo me.
Ji bo têkoşer
Û ji bo şoreşgeran,
Bi xwîna xwe yê pak,
Te vekir deriyê bihişt,
Deriyê jiyana watedar.



Ey Şehîd!
Pakrewanê bê mirin!
Xwediyê jiyana bêdawî!
Canfidayo!
Hogirê Xwedê!
Îro di dilan de dijî
Û doza te jî li mêjî.
Xwişk û birayê dozdar!
Serbilindî û ronahiya dîrok.
Ey Şehîd!
Silav li te,
Bi hurmet